Li Ercişê di kolanên arkeolojîk de îskeletên însanan ên 3 hezar salî hatin dîtin

Li navçeya Erdîşê li ber Gola Wanê xebatên arkeolojîk dewam dikin.

Li Ercişê di kolanên arkeolojîk de îskeletên însanan ên 3 hezar salî hatin dîtin

Li Erdîşa Wanê di kolanên arkeolojîk de 4 îskeletên însanan û hin perçeyên seramîkê hatin dîtin. Pisporên midûriya muzeyan li ser îskeletan lêkolîn kirin. Li gorî texmînan îskelet nêzî 3 hezar salî ne.

Li navçeya Erdîşê li ber Gola Wanê xebatên arkeolojîk dewam dikin.

Di kolanên dawî de 4 heb îskeletên însanan û hin perçeyên seramîkê hatin dîtin.

Pisporên Midûriya Muzeyan a Wanê hatin cihê kolanê û li ser îskeletan lêkolîn kirin.

Pispor dibêjin îskelet nêzî 3 hezar salî ne û aîdê Sedsala Hesinê ne. Seramîk û perçeyên dîzikan jî ji sedsala hesinê heta niha hatine parastin.

Lêkolînên li ser îskelet û seramîkan dewam dikin.

Ji bo ewlehiyê cendirme li cihê ku îskelet hatin dîtin nobedê digirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE