Li Erdîşa navçeya Wanê 4emîn rojên pirtûkan dest pê kir. 37 nivîskar ligel pirtûkên xwe beşdarî vê çalakiyê bûn. ji bo vekirina çalakiyê jî gelek rayedar û welatî amade bûn.
Ev dîmen ji 4êmîn Rojên Pirtûkan a li navçeya Erdîşa Wanê ne.
Li Erdîşê ev 4 sal in ku çalakiya pirtûkan tê lidarxistin.
Gelek rayedar û welatiyên Erdîşî beşdarî vekirinê bûn.
Di çalakiyê de 37 nivîskar ligel pirtûkên xwe cî digirin.
Nivîskar Yilmaz Şit got, “Pirtûkên min li ser gund û rojên berê ne.”
Her wiha di vê çalakiyê de pirtûk û kovarên ku ji aliyê xwendekaran hatine nivîsandin jî tên pêşkêşkirin.
Fuara pirtûkan wê heya 30ê Îlonê vekirî be.