Li Ercişa Vanê zaf berf bariya. Bajar di bin berfê de ma. Gelek zehmetiyên wê hene lêbelê ev rewş bi kêrî wênekêşên bajêr hat. Wênekêşên ku kamera û dronên xwe girtin, di nav berfê de dîmenên gelek xweşik kişandin.
Ev der Ercişa Vanê ye.
Li aliyekî wê Behra Vanê , li aliyê din jî Çiyayê Sîpanê heye.
Ev çend roj in li ser hev berf dibare û hema bejin bajar di bin berfê de ye.
Berfa ku ji bo hinekan zor û zehmetî ye ji bo wênekêşên bajêr studyoyeke xwezayî çêkir.
Endamên Komeleya Wênekêşên Gerdûnî, ji bo kişandina resmên xweşik, kamera û dronên xwe girtin û bere xwe dan nav û dora bajêr.
Wênekêşên ku heta êvarê li derve man, têra xwe resim kişandin û li ser medyaya civakî parve kirin.