Li Ercîşa navçeya Wanê mamosteyên di erdheja 2011yan da şehîd bûn ji ber 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan li ser qebrên wan hatin bibîranîn.
Li ber Qaymeqamtiya Ercîşê merasimek hat lidarxistin, mamoste û xwendekar beşdarî merasimê bûn.
Koma mamoste û xwendekaran paşê çûn li ser gora mamosteyên şehîd bûne, li wir Qur'an xwendin, dia kirin û kulîlk danîn ser gora wan.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Yusuf Alhan li vir axivî û ev mamoste di erdheja 2011yan da şehîd bûn û wiha dewam kir: "Di vê roja biwate da me xwest em xwîşk û birayên xwe, hempîşeyên xwe bi bîr bînin. Me ji rihê wan ra fatiha xwend. Xwedê ji hemûyan razî be, rihê wan şad bibe."
AA