Li Erdê tûrikek zêr dît

Xebatkarê paqijiyê tûrikê zêran teslîmî xwediyê wî kir.

Li Erdê tûrikek zêr dît

Li Semsûrê, xebatkarekî paqijiyê li erdê tûrikek zêr dît. qet nebe deqeyek nefikirî, rahişt wan zêran, berê xwe da qereqolê û zêr teslîmî xwediyê wan kir. him xwediyê zêran him jî şaredariyê diyarî dane wî.

Xebatkarê paqijiyê yê şaredariya Semsûrê Mihemmed Şahîn Li ser rê tûrikek dît.

Tê de bi qasî 52 hezar û nîv lîreyî zêr hebûn.

Rahişt tûrîkê zêran, rasterast hat qereqolê û xeber hat gihandin xwediyê zêran.

Xwediyên zêran gelek kêfxweş bûn û bazinek jî diyariyê wî kirin.

Xebatkarê durust û dilbirehm wê bi destûra şaredariyê 3 rojan jî betlaneyê bike.

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2018, 12:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE