Li Erdexanê di baxaja otobêsêke rêwiyan da 179 perçe berhemên dîrokî hatin bidestxistin.
Tîmên Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li ser îstixbaratekê otobêseke rêwiyan li ser rêbejeya Gole-Erdexanê li taxa gundê Guzçimeniyê dan sekinandin.
Piştî lêgerîna di otobêsê da tîman di walîzê rêwiyekî da 132 sikke, 34 perçe berhemên dîrokî, 2 gustîl, 5 heb serên tîr, 3 tas, mohrek, peykerekî Îskender yê ji heyama Romayê û xençerek bi dest xistin.
Cendirmeyan dest dan ser berheman û der barê rêwî da jî karên fermî dan destpêkirin.
AA