Li Erdexanê ambulans û 17 wesayîtên ku di bagera berfê da mabûn hatin xelaskirin

Li Erdexanê ambulans û 17 wesayîtên ku di bagera berfê da mabûn hatin xelaskirin

 Li Erdexanê ambulans û 17 wesayîtên ku ji ber bagera berfê di rê da man, bi destê ekîbên berfê hatin xelaskirin.

Li bajêr di rêyên gundan da 17 wesayît, di navbera gundên Kocakoy û Alogozê yên li ser navendê da ambulansa ku diçû hewara nexweşekî ji ber bagerê di rê da man.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr wesayîtên ku di rê da mabûn, bi alîkariya makîneyên kar xelas kirin.

Li tevahiya bajêr ekîb xebatên avêtin û paqijkirina berfê didomînin, ji ber bagerê ji şofêran ra hat gotin ku bi tayabetî êvarê bitevdîr bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE