Li Erdexanê di meha Gulanê da berf barî û navenda bajêr mîna di zivistanê da bin her der sipî bû.
Li navenda bajêr ber destê sibehê baran barî û di pey ra jî berfê reşand. Ji ber berfa ku gir bû her der sipî bû.
Welatiyên li Erdexanê ji ber berfê heyirîn.
Ji welatiyan Tuncer Akturk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Îsal zivistan dirêj bû. Ez 74 salî me û cara ewil tiştekî wiha dibînim. Berfa ku di 5ê Gulanê da barî ez heyirandim. Ev jî bereket û hikmeta Xwedê ye."
AA