Li deverên bilind ên Erdexanê berfa ewil a demsalê barî.
Li bajêr hewa nav rojê pir sar bû û êvarê jî li deverên bilind berf barî.
Li ser rêya Erdexan û Artvînê texma Saharayê berf barî, mij çêbû û bû bager, şofêran ku ji vê rêyê ra derbas bûn zehmetî kişandin.
Ji ber berf û mijê şofêr bi zor û zehmet ji rêya navborî ra derbas bûn, rayedaran hişyarî da û gotin dibe ku cemed çêbibe.
AA