Li Erdexanê dibistan hatin tetîlkirin

Li Erdexanê dibistan hatin tetîlkirin

Li Erdexanê ji ber berf û bagerê li navendê û 4 navçeyan dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Erhan Bulut ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li bajêr berf û bager tesîrê li ser jiyanê dike.

Bulut got ji ber vê li navenda bajêr û li navçeyên Çildir, Hanak, Posof û Damalê dibistan îro hatin tetîlkirin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û Navçeyê jî ji bo di hatin û çûyînê da tengasî çênebe dixebitin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE