Li Goleya navçeya Erdexanê barana ku ev demeke dewam dikir bû sedema rabûna avên çeman.
Ji ber barana zêde çemên di nav gundên Toptaş û Kuytucayê da derbas dibûn rabûn.
Hezê li hin rêyên herêmê xist û av ket hin xaniyên li ber devê çem.
Ekîbên Midûriyeta Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ya Bajêr jî li gundan xesara çêbûye qeyd kir.