Li Erdexanê li dewrûbera Gola Armutverenê rengên payîzê

Gola ku navê wê ji gundê Armutverenê tê yê ku li ser kîlometreya 12emîn a rêbejaya Posof-Turkgozuyê ye, tevî dorhêla xwe her demsal xwe bi xêliyeke cuda û sipehî dixemilîne.

Li Erdexanê li dewrûbera Gola Armutverenê rengên payîzê

Li Posofa navçeya Erdexanê dewrûbera Gola Armutverenê ya ku bi bedewiya xwe ya xwezayî derdikeve pêş, bi rengên payîzê xemilî.

Gola ku navê wê ji gundê Armutverenê tê yê ku li ser kîlometreya 12emîn a rêbejaya Posof-Turkgozuyê ye, tevî dorhêla xwe her demsal xwe bi xêliyeke cuda û sipehî dixemilîne.

Gola ku dewrûbera wê tijî dar in, di vê demsala payîzê da bi rengên celeb celebî mirovan cezb dike.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Erdexanê Çetin Demirci ku gerek da deverê, diyar kir ku Erdexan her demsal cuda û bedew e.

Demirci diyar kir ku dewrûbera Gola Armutverenê nexasim payîzê bi rengên cuda xemiliye û wiha dewam kir, "Di vê demsalê da mirov dikare tonên rengên kesk û zer bi hev ra bibîne. Ji xeynî vê hê jî kulîlkên rengbireng li vir hene. Vir ciyekî pir xweş e, divê mirov were vir, ji xwe ra bigere û bibîne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE