Li Qers û Erdexanê di nîsanê da berf barî.
Li Erdexana ku zivistana wê bi zor û zehmetî derbas dibe li navenda bajêr û cihên bilind bi şev berf barî û her alî çîl û sipî bû.
Barîna berfê hetanî ber destê sibê dewam kir.
- Qers
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê berf û serma hê dewam dike.
Berfa ku bi şev dest barînê kir û hê bi navber dewam dike navçe çîl û sipî kir. Li ser banê xaniyan cembelîkan girt û dar çîl û sipî bûn.
Şeveqê welatî û xwendekarên ketin rê di nav berfê da meşiyan.
Yunus Alpê welatî diyar kir ku ev demek e hewa sar û baran dibe û wiha axivî: "Li rojavayê welêt daran kulîlk vedan, her kes zeviyên xwe diajo, li vê derê berf dewam dike."
Temur Yildirimê esnaf jî destnîşan kir ku li navçeyê tengasiyê dikişînin û got, "Em ketin nîsanê hê berf dibare."
AA