Li Erdexanê di wesayîtekê da Tewrateke bi destan hatiye nivîsîn û bi zêr hatiye weraqkirin, hat bidestxistin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr dema li ser rêya Qers-Erdexanê li taxa Çamliçatakê rê kontrol dikirin wesayîtek dan sekinandin.
Di wesayîta ku ji Kastamonuyê hatiye da Tewrateke bi destan hatiye nivîsîn û bi zêr hatiye weraqkirin ya berhemeke dîrokî ye hat bidestxistin.
Cendirmeyan dest dan ser Tewratê û der barê mijarê da lêpirsîn dewam dike.
AA