Li Erdexanê ji ber berf û bagerê ambulansek û 25 wesayît di rê da man, ekîbên paqijkirina berê ambulans û wesayît xilas kirin.
Li rêya gundên navendê 21, li rêya Goleyê 2, li rêya Posofê 2 wesayît û ambulanseke diçû nexweşekî hilde ji ber bagerê di rê da man.
Ekîbên rêbejayê û Îdareya Taybet a Bajêr li herêmên lê dixebitîn bi makîne û kindiran va wesayît xilas kirin.
Ekîb li tevahiyê bajêr xebatên paqijkirina berfê didomînin.A