Li erdnîgariya dijwar nahêlin ku rêxistina terorê ya destbixwîn çavê xwe veke

Hêzên ewlehiyê yên ku bi herekatên van demên dawîn li dervayî welêt û sînorên Tirkiyeyê ji terorîstan paqij dikin li nav welêt j nahêle ku PKKya rêxistina terorê çavê xwe veke.

Li erdnîgariya dijwar nahêlin ku rêxistina terorê ya destbixwîn çavê xwe veke

 Hêzên ewlehiyê yên ku bi herekatên van demên dawîn li dervayî welêt û sînorên Tirkiyeyê ji terorîstan paqij dikin li nav welêt j nahêle ku PKKya rêxistina terorê çavê xwe veke.

Hêzên ewlehiyê digel şert û mercên erdnîgariya dijwar şev û roj sitargehên terorîstan yek bi yek îmhe dikin û bi çek, cebilxane û melzemeyên jiyanê yên ku bi dest xistin jî di warê lojîstîk da jî derbeyê li rêxistinê dixe.

Hêzên ewlehiyê li Mûş û Bidlîsê bi operasyonên ji asîmanan piştgirî didinê çiyayan ji terorîstan paqij dikin û ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya welatiyên li navenda bajêran jî têkoşîna xwe didomînin.

- Li Mûşê derbeyeke mezin li rêvebirên payebilind ên qaşo yên rêxistinê dan

Yekîneyên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Mûşê ji kanûna paşîn vir va terorîstên PKKya rêxistina terorê yên ku di kategoriyên turincî û gewr da cî digirin berteref kirin û serkeftinên mezin bi dest xistin.

Ekîbên cendirmeyan sitargehên terorîstan yek bi yek tesbît dikin û cihên dibêjin ku "kes nikare bikevê, xwe bigihînê" îmhe dikin. Ekîb di serî da herêma Şenyaylayê bi operasyonên biryardar ên ku li tevahiya welêt dike piştgirî da pêkanîna ewlehî û aramiya li bajêr.

Ekîbên cendirmeyan ên ku ji têkoşîna xwe ya biryardar tawîz nedaN di 9ê nîsanê da Mahmut Okayê bi kod navê "Xeyrî Mawa" yê ku qaşo "berpirsyarê hêza rojhilat a eyaleta Erziromê" yê PKKya rêxistina terorê ye û di "Lîsteya Kesên Ji ber Terorê Lê Digerin" a Wezareta Karên Navxweyî da di kategoriya turincî da cî digirt bi birîndar girt.

Digel Erdal Tekay ku navê wî yê kod "Zinar Amed" e û qaşo "berpirsê Şenyaylaya Eyaleta Amedê" ye û di kategoriya "gewr" da lê digeriyan û Musa Kalkan ku navê wî yê kod "Ciwan Tolhildan" e û berpirsê qada Dorşînê ye, 5 terorîst hatin berterefkirin.

Li bajêr di xebatên ekîbên cendirmeyê yên dijî rêxistinên terorê da 262 kes hatin binçavkirin.

- Hêzên ewlekariyê li Bidlîsê jî nehîşt rêxistina terorê çavê xwe veke

Ekîbên cendirmeyê ku li Bidlîsê jî xewnereşka rêxistina terorê ye, nexasim bi operasyonên xwe yên li herêma Daristanên Sehiyê va derbeyên giran li terorîstên PKKyî dixin.

Yekîneyên cendirmeyê ku di sir û seqema zivistanê û erdnîgariya asê ya bajêr da operasyonên xwe bibiryar domandin, di 42 operasyonên ku ji meha rêbendanê vir va li dar xistin da nehîştin rêxistina terorê çavê xwe veke.

Ekîbên cendirmeyan di stargeh û şikeftan da alavên di çêkirina teqemeniyan da tên emilandin û çek bi dest xistin û herwiha alavên jiyanê yên di nav şikeft û stargehan da jî îmhe kirin.

Hêzên ewlekariyê yên ku di operasyonan da 3 terorîst berteref kirin, li 9 ciyan 238 kîlogram teqemeniya destçêkirî û 49 stargeh îmhe kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE