Qeymeqemiya Erdîşa Wanê ji bo zarok hînî xwendina pirtûkan bibin, pêşbaziyek çêkir. Encama pêşbaziyê diyar bû. Xwendekarên ku herî zêde pirtûk xwendin belgeya serkeftinê girt.
Li Erdîşê ji bo xwendin û nivisandinê eleqeyeke mezin heye.
Qeymeqemaiyê ji bo xwendekar hînî xwendina pirtûkan bibin projeyek da destpêkirin.
21 hezar zarok tevlî kampanyê bûn.
Qeymeqamê Ercişê Nuri Mehmetbeyoğlu:Li vir me tiştekî zahf girîng çêkir. Mamosteyên me ji me re gotin ku 21 hezar zarokên me tevlî projeya “Erdîşî Dixwînin”ê bûne. Ev hejmareke pirr mezin û muhîm e.
Di dawiya kampanyê de pêşbaziyek jî hat kirin. Xwendekarên ku bi ser ketin belgeya serfiraziyê girt.
Ji bo merasîmê gelek kes hatin, di salonê de cih nema.