Li Erdîşê mamoste çûn serdana malên xwendekaran

Dixwazin têkîliya bi malbatan re xurttir bibe

Li Erdîşê mamoste çûn serdana malên xwendekaran

Zarok betlaneyê dikin lê mamoste hêj dixebitin. Li Erdîşa wanê mamoste diçin malên xwendekarên xwe. mamoste him şîretan li malbatan dikin, him jî guh didin gazindên wan.

Li seranserê Tirkiyê hefteyekê bû betlane.

Xwendekar li malê bêhna xwe vedidin, lê mamoste dişixulin.

Bi talîmata wezareta perwerdeyê li seranserê Tirkiyê projeyekê dest pê kirbû.

Li gorî wê, niha mamoste diçin malên xwendekarên xwe, him rewşa wan a li malê dibînin him jî bi malbatan re sohbetê dikin.

“Ez li Erdîşê mamosteya Îngilîzî me. Di betlaneyê de jî em dest ji kar bernadin. Em diçin malan, him bi xwendekarên xwe re, him jî bi malbatên wan re têkîliya xwe xurt dikin.”

Mamoste di serdanan de şîretan li dê û bavan dikin û li pêşniyazên wan guhdarî dikin.

Di projeyê de 3 hezar mamoste wê seranserê salê biçin malên telebeyan.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE