Li Erdîşê "Projeya sifir bermahiyê"

Bi saya projê li bajêr du stad, maleke çandê û kafeteryayek ava bû 

Li Erdîşê "Projeya sifir bermahiyê"

Li Erdîşa Wanê bi saya projeya "sifir bermahiyê", li bajêr 2 sehayên sporê, maleke çandê û kafeteryayek hat avakirin. 

 Bi pêşengiya Emine Erdoğana xanima serok Recep Tayyip Erdoğan, li tevahiya Tirkiyê projeya "sifir bermahî" ketibû rewacê. 

Li Erdîşa Wanê jî ev proje bi pêşengiya qeymeqamî û şaredariyê tê meşandin. 

"bi pêşengiya Emi̇ne Erdoğana xanima muhterem a serokê me Erdoğan, ev proje tên meşandin. em jî li Erdîşê vê dimeşînin û em jê gelek sûdê werdigrin”. 

Bi saya vê projê gelek berhem hatin çêkirin. 

 Bi veguherîna bermahiyan li bajêr du sehayên sporê, maleke çandê û kafeteryayek hat avakirin. 

Ev der jî ji zarok û ciwanan êdî cihên bêhnvedan, spor û xebatê ne. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE