Li Erdîşa Wanê, li dibistana aselsanê fuara zanistê hat lidarxistin. Xwendekaran di fuarê de projeyên xwe yên zanistî pêşkeşî mêvanan kirin.
Li dibistana ASELSANê ya Erdîşa Wanê, bi pêşengiya mamosteyên matematîk û zanistên fenê projeyên zanistî tên çêkirin.
Xwendekaran di heyama ewil a 2019 û 2020an de gelek proje amade kirin.
Mamosteyên dibistanê ji bo xwendekar projeyên xwe nîşan bidin pêşangehek vekirin.
Qeymeqamê Erdîşê bi şandeya xwe re beşdarî vekirina pêşangehê bû û xwendekaran behsa projeyên xwe kir.
Armanc ev e ku li dibistanê xwendekarên îcatker bên diyarkirin û ji bo xebatên zanistî bên teşwîqkirin.