Li Erganiya Diyarbekirê mînîbus wergeriya di qezayê de 21 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin mînîbusa rêwiyan a ku hêj ajokar û plakaya wê nehatiye hînbûn li tanga Sîteya Seyît Melîkê ji kontrolê derket û wergeriya.
Di qezayê de digel ajokar 20 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê.
Der barê qezayê de lêpirsîn dan destpêkirin.