Li Eruhê projeyên ji bo piştgiriya cotkaran

Dewletê piştgirî da, cotkaran sera ava kirin

Li Eruhê projeyên ji bo piştgiriya cotkaran

Di çarçoveya projeya pêşvebirina serayan de alîkarî û piştgiriyên dewletê dewam dikin. Li Eruha Siirtê jî bi piştgiriya walîtiyê cotkaran li ser erdên 5 donim sera ava kirin.

Bi saya piştgiriya Îdareya Pêşvebirina Herêma GAP’ê serayên nûjen tên avakirin.

Dewletê li Eruha Siirtê ji bo li serayên modern cotkarî bê kirin alîkariya 6 cotkaran kir.

Cotkaran di çarçoveya projeyê de li ser erdên 5 donim sera ava kirin.

Waliyê Siirtê Osman Hacibektaşoğlu jî çû serdana cotkaran, rewşa serayan kontrol kir û got em ê zêdetir piştgiriyê bidin cotkarên xwe.

Waliyê Siirtê Osman Hacibektaşoğlu : Em îro li Erûhê ne. Li Erûhê saziyên me yên dewletê projeya hilberînê dan destpêkirin. Ji bo rakirina berê ewil li ser erdên 5 donim sera hatin avakirin. Ji bo piştigiriya cotkar û heywandaran em ê projeyên û xebatên xwe yên teknîkî zêdetir bikin. Bi vî awayî wê welatiyên me qezanc bikin.

Bi saya van projeyan li herêmê him cotkarî hêsantir bû him jî bereketa mehsûlê cotkaran zêdetir dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE