Li Erzincanê 27 biyaniyên bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûn hatin qefaltin.
Ekîbên Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û yên Şaxa Deriyên Sînor ên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li rêbenda li ser rêbejaya Erzincan-Erziromê û her wiha li tevahiya bajêr xebata şopandin û rêlêgirtina qaçaxçîtiya koçberan da destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da li bajêr di kontrolên li termînala otobusan û dewrûbera sîteya pîşesayê da 8 jê zarok 27 biyaniyên Efxan hatin qefaltin.
Hat ragihandin, piştî kutabûna miemeleyan dê koçberan radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bikin.
AA