Li Erzincanê otobusa rêwiyan qulibî şarampolê

Di qezayê da 2 kes mirin, 7 jê giran 31 kes birîndar bûn

Li Erzincanê otobusa rêwiyan qulibî şarampolê

Li Uzumluya navçeya Erzincanê otobusa rêwiyan welgeriya şarampolê û di encamê da 2 kes mirin, 7 jê giran 31 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan a fîrmaya Aras Turîzmê ya ku plaqeya wê 34 DMZ 719 û ajokarê wê Muhammet Emin Hatun e û ji Îdirê diçû Enqereyê, li ser rêbejaya Erzirom-Erzincanê li tanga Bayirbagê li darên li kêleka rê qelibî û welgeriya şarampolê.

Di qezayê da Ulduza Avciya biyanî li ciyê bûyerê mir, 32 kes birîndar bûn.

Ji xeynî gelek ambulansan ekîbên îtfaiye, AFAD, polês û cendirmeyê sewqî ciyê qezayê kirin.

Ekîban birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Erzincan Bingali Yildirim û nexweşxaneyên taybet ên li bajêr.

- Daxuyaniya Walî Makas

Waliyê Erzincanê Mehmet Makas çû ciyê bûyerê, agahî sitand û dû ra jî daxuyanî da rojnamegeran. Walî di daxuyaniya xwe da diyar kir, di otobusa fîrmayeke taybet da ji xeynî ajokar û 2 peywirdaran, 30 rêwî hebûn û wiha got, "Ji ber xeletiya ajokar, otobus welgeriya û ket şarampolê û her wiha di encamê da kesek mir, 8 jê giran 32 kes birîndar bûn."

Makas bal kişand ku bi xebata ekîban, hemû birîndar bo nexweşxaneyan hatin sewqkirin û wiha got, "Ez ji bo birîndaran şifaya bilez dixwazim. Înşelah dê kesekî din nemire."

- Birîndarek li nexweşxaneyê mir

Kadir Çilê ku ji wan rêwiyan bû ku bi giranî birîndar bûbûn li nexweşxaneyê digel hemû midaxeleyan xilas nebû û wefat kir. Bi vî awayî hejmara kesên ku di qezayê da wefat kirin derket 2yan.

Walî Makas piştî ziyareta ciyê bûyerê, derbasî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Erzincan Bingali Yildirim bû û seriyek da birîndarên ku li vir ji bo tedawiyê hatin razandin û her wisa der heqê tenduristiya wan da ji peywirdaran agahî sitand.

Walî Makas ji birîndarên ku birîna wan sivik e jî pirsa rewşa wan kir û hêviya silametiyê ji bo wan xwest.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE