Li Erzincanê di qezaya trafîkê da kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan li xaçerêya Mizgefta Terzîbaba wesayîta ku şofêrê wê Yaşettîn Ateş'in (60) û plaqeya wê 24 DV 885 bû û wesayîta ku şofêrê wê Îlhan Bîlek (48) û plaqeya wê 65 BG 882 bû li hev qelibîn.
Di qezayê da şofêr Ateş û Bîlek birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Erzîncan Mengucekê.
Şofêr Ateşê ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê mir.
Tedawiya Îlhan Bîlek dewam dike û hat ragihandin rewşa wî baş e.