Li Erzinganê 13 koçberên bêdestûr hatin girtin

Ekîbên Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze û Şaxa Asayîşê yên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li xala kontrolê ya li ser rêya Erzingan-Erziromê 3 otomobîlên ku ajokarên wan A.Y, U.A. û C.K. bûn, ji ber gumanê hatin rawestandin.

Li Erzinganê 13 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Erzinganê 13 koçberên bêdestûr hatin girtin û 3 berşik jî bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze û Şaxa Asayîşê yên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li xala kontrolê ya li ser rêya Erzingan-Erziromê 3 otomobîlên ku ajokarên wan A.Y, U.A. û C.K. bûn, ji ber gumanê hatin rawestandin.

3 jê zarok 13 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê yên di otomobîlan da, ku hat tesbîtkirin dereqanûnî derbasî welêt bûne, hatin girtin.

Ajokarên otomobîlan jî bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan hatin binçavkirin.

Koçber piştî miemeleyan dê radestî Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE