Li Erzinganê jin û mêrê di wesayîta ku welgeriya newalê da ji hêla ekîbên AFADê hatin xilaskirin

Mirovên nêzîk dema nikaribûn birîndaran ji wesayîtê derxin, xeber dan ekîbên cendirme, AFAD û tenduristiyê.

Li Erzinganê jin û mêrê di wesayîta ku welgeriya newalê da ji hêla ekîbên AFADê hatin xilaskirin

 Li Erzinganê di wesayîta ku ji ser pirê welgeriya newalê da 2 kes birîndar bûn.

Wesayîta ku plaqeya wê 67 AAE 303 û ajokarê wê jî Suleyman D. ye, li ser rêya gundê Tatlisuya Erzinganê ji ser pirê welgeriya newalê.

Mirovên nêzîk dema nikaribûn birîndaran ji wesayîtê derxin, xeber dan ekîbên cendirme, AFAD û tenduristiyê.

Ekîbên hatin ciyê bûyerê, ajokar û jina wî Gulnaz D. yên di wesayîtê da asê mabûn, bi xebateke bi qasî nîv saetî derxistin.

Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Xazî ya Zanîngeha Erzingan Binali Yildirim.

Eşkere bû ku xetere li ser jiyana birîndaran tuneye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE