Li Oltuya navçeya Erziromê nîvê şevê gur ketin hewşî, 40 mih telef kirin û 8 mih jî birîndar kirin.
Xelkê Taxa Şehîtlerê ya navçeyê Akin Bariş Varol ku debara xwe bi heywandariyê dike, sibehê zû ji bo ku heywanan berde çêrê çû hewşî, lêbelê dît ku gelek mih li ber derî ketine erdê.
Varol pez kontrol kir û tesbît kir ku gelek ji wan telef bûne. Li ser vê yekê Varol xeber da ekîbên Şaredariya Oltuyê.
Akin Bariş Varol di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew debara xwe bi tenê heywandariyê dike û wiha got, "Sibehê zû ez gava çûm hewşî, min dît ku 2 mih li ber derî ketine erdê. Dû ra ez ketim hundir û min dît ku piraniya wan telef bûne. 40 mih telef bûne, 8 jî birîndar in. Ez debara xwe bi tenê bi heywandariyê dikin. Lewma jî ez ji peywirdaran alîkariyê dixwazim."AA