Li Erziromê ji bo ku çandinî pêşva here şaredariya mezin piştgiriyê dide cotkaran

Ji bo ku eraziyeke nehatiye reşandin nemîne bi makîneyan va alîkariya cotkaran dikin

Li Erziromê ji bo ku çandinî pêşva here şaredariya mezin piştgiriyê dide cotkaran

Li Erziromê ji bo ku çandinî pêşva here şaredariya mezin piştgiriyê dide cotkaran, ekîbên xwe dişîne zeviyên wan ku ew bi makîneyan li zeviyan çandiniyê bikin.

Şaredariya Mezin a Erziromê 3 sal berê di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Çandinî da Parka Makîneyên Çandiniyê ava kir ku piştgiriyê bide cotkaran.

Cotkarên ku zeviyên wan kevir û beyar in dema zeviyên xwe direşînin ji şaredariyê alîkariyê dixwazin.

Şaredar Mehmet Sekmen gotibû li Erziromê yek donimek jî eraziyeke nehatiye reşandin wê nemîne.

Piştî vê gotina wî li bajêr xebatên çandiniyê pêşva çûn û cotkarên ku tengasiyê dikşînin serî li Maseya Spî ya şaredariyê didin.

Cotkar ji Parka Makîneyên Çandiniyê bi erzanî makîneyên pincarê, makîneyên pakêtkirinê, tankerên gubreyê, motoran û yên din kirê dikin, pê van zeviyên xwe cot dikin, direşînin û berên xwe berhev dikin

Ekîbên şaredariyê yên ku van makîneyan dixebitinîn jî alîkariya cotkaran dikin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Erziromê Ahmet Kiliç ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew bi Parka Makîneyên Çandiniyê va alîkariya cotkarên ku zehmetiyê dikşînin dikin.

Kiliç got li parkê 73 makîne û alavên çandiniyê hene ku yên nû jî wê bên kirîn û destnîşan kir li Tirkiyeyê ew şaredariya ku herî zêde di çandinî û heywandariyê da veberhênanê dike ye.

Kiliç diyar kir ku li herêmê çinîna garisên slajê, gulberojk û kartolan dest pê kir, cotkar eleqeyeke zêde nîşanî van makîneyan didin, bi navbeynkariya Maseya Sipî ya Şaredariya Bajarê Mezin va hewcedarî û daxwazên cotkaran tên dîtin û wiha axivî: "Em bi bedeleke ji ya pîyaseyê kêmtir va kirê dikinç Em bi pereyê sotemeniyê va xizmetê didin cotkarên xwe."

Cotkar eraziyên xwe 3 qat erzan didin çinîn

Kiliç got ku bi xizmeta didin va pêşî li cotkaran vedikin, tevkariyê didin zêdekirina hilberînê û wiha pê da çû:

"Ji bo yêm nebata herî zêde garisê silajê ye. Ev li Erziromê zêde nedihat zanîn. Lewra welatiyan hacet nedidîtin. Cotkarên me ji ber bihayê zêde zevî û mêrgên xwe ne dida ajotin ne jî dida çinîn. Ji ber vê jî ji nebatên yêm paşda diman. Ji derva bi bihayê zêde yêm dikirîn. Niha me dest bi vê piştgiriya makîneyan kir û garisê silajê gelekî tê ajotin. Me îsal dolima garisan bi 35 lireyî ajot. Hemû tişt tevî vî pereyî ne. Niha jî cotkarên me serî li me dixin û em bi 100 lireyî dolima zeviyê diçinin. Li piyaseyê jî dolima erd bi 250-300 lireyî diçinin."

Kiliç destnîşan kir ku her tim li cem cotkaran in û wiha axivî: "Xêncî hemû hacetên ji cotkaran ra lazim dikin em ê di pêşerojê da bi telîmata Mehmet Sekmenê Şaredarê Bajarê Mezin va çerdoverekê ji bajêr ra bikirin, fikra me wisa ye. Em ê vê jî bikirin ku li piyaseyê bi bihayekî giran zevî û mêrg neyên çinîn, piyase normal be."

Kiliç qala pirsgirêk û hewcedariyên cotkaran kir û wiha got:

"Di destê cotkar da zevî hebû lêbelê ji ber kevir û kuçikan nikaribû biajota. Me kevir kom kirin. Kevir zehf mezin bûn, me şikênaşt. Makîneya gunrekirinê tune bû me gubre kir. Bi gîsnan nikaribû biajotina, me zeviyên wan ajot. Cotkaran dît ku hem zeviyên wan hene hem jî hacetên lazim dikin hene. Em bi nêrîna xebata hevpar va wezîfeyê dikin. Cotkarên me jî li hacetan xwedî derdikevin. Lewra sala pêşiya me jî hacetê lazim bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE