Li Erziromê kevneşopiya meha remezanê: Miqabeleya hafizan

Li mizgeftan berî nimêja serê sibehê, yan nîvro û yan esrê ji alî 4 hafizan va miqabele tê kirin û gelek welatî jî tên guhdarî û şopandinê.

Li Erziromê kevneşopiya meha remezanê: Miqabeleya hafizan

Li bajarê Erziromê kevneşopiya miqabeleyê hafizên Quranê di meha remezanê da dikin li mizgeftên dîrokî yên bajêr bi sedan sal e dewam dike.

Miqabele ew tişt e ku li deverên qelebalix ên wek mizgeft û medreseyan Quran bi deng tê xwendin û kesên dizanin jî guhdar dikin û di heman demê da dişopînin lê kesên nizanin jî bi tenê guhdar dikin û ev kevneşopî bi sedan sal e li Mizgefta Mezin, Mizgefta Lalapaşa û mizgeftên dîrokî yên din ên li Erziromê tê kirin.

Li mizgeftan berî nimêja serê sibehê, yan nîvro û yan esrê ji alî 4 hafizan va miqabele tê kirin û gelek welatî jî tên guhdarî û şopandinê.

Nîv saet berî miqabeleyê tên mizgeftê

Welatî nîv saet berî miqabeleyê tên mizgeftê û di her nimêja wextê da ji Qurana Kerîm cuzekî guhdar dikin û dişopînin. Roja erefê wê Qurana xwe xitim bikin û dia bikin.

Di demên din da jî welatî tên mizgeftê û miqabeleyên ku bi xwe dest pê kirine, didomînin.

Miftiyê Bajêr Şahîn Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev kevneşopî bi sedan sal e li mizgeftên dîrokî yên bajêr dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE