Li Erzirom û Sarîqamîşa navçeya Qersê berf barî û welatî di tengasiyê da man.
Li Erziromê pîştî şiliyê berf barî û di demeke kin da navenda bajêr sipî bû.
Banê xaniyan, çiqlên daran bi berfê sipî bûn û welatiyên bêtevdîr tengasî kişandin.
Ajokar jî ji ber rêya ji berfê dişiqitî di tengasîyê da man.
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê jî ji ber berfê bajar çîl û sipî bû.
Li Gêdukê Xandereyê yê 10 kîlomêtro dûrî navçeyê ajokar di rê da man û bi zorê dewam kirin.
Esat Şahîn got ku her tim berf li Sarîqamîşê tê û wiha axivî: "Vira Sarîqamîş e, zivistan û berf gelekî dewam dike. Di meha gulanê da jî gelekî berf dibare, li vê derê ev her tim wiha ye."
AA