Li Erziromê wesaîta ticarî qelibî û di qezayê da 2 jê zarok 5 kes mirin.
Wesaîta bi plaqeya 08 YD 488 ku Umut Yasak diajot li ser rêya Tortum-Erziromê li texma gundê Karagobekê ji rê derket û qelibî şerampolê.
Li gor agahiyan di wesaîta ku li dîwarê menfezê ket û qelibî da Umut Yasak û jina wî Bîrgul Yasak, Nurgul Ozturk û zarokên wê Salih Ozturk (8) û Elîf Ozturk (7) mirin.
Cinazeyan ji bona otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Erziromê.
AA