Li Erziromê êrîşa ku birin ser çayxaneyê: 2 kes birîndar bûn

Li gor agahiya ku hat hildan, li ser kolana Karsê di çayxaneyekê da Murat Y, gule berda Aytekîn Kyê ku berê navbera wan xerab bûbû.

Li Erziromê êrîşa ku birin ser çayxaneyê: 2 kes birîndar bûn

Li Xoresana navçeya Erziromê bi çekan êrîşî çayxaneyekê kirin û 2 kes birîndar bûn.

Li gor agahiya ku hat hildan, li ser kolana Karsê di çayxaneyekê da Murat Y, gule berda Aytekîn Kyê ku berê navbera wan xerab bûbû.

Gule li Aytekîn K. û Îbrahîm Pyê ku li çayxaneyê rûniştibûn, ketin û ew birîndar kirin.

Li ser êxbarê gelek polês û ekîba tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.

Birîndar bi firokeya ambulans va rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.

Li cihê ku êrîşa çekdar lê hat kirin ekîban tevdîra ewlehiyê hilda û ji bo girtina Murat Y. xebat da destpêkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE