Li Erzîncanê 29 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Erzîncanê 29 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Erzîncanê jê 10 zarok, 29 koçberên bêdestûr yên dereqanûnî ketine welêt hatin girtin.

Tîmên Şaxa Deriyên Hidûdê û Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan a Midûriya Ewlehiya Bajêr li ser agahiya ku hin koçber wê bi wesayîtan va herin bajarên rojhilatê xebatek dan destpêkirin.

Tîman li ser rêya Erzîncan û Erziromê minîbusa ku plaqeya wê 06 VVA 427 û wesayîta ku plaqeya wê 20 NK 339 e li xaçerêya Ekşîsuyê dan sekinandin.

Di wesayîtên ku ji Wanê diçûn Stenbolê da jê 10 zarok, 29 koçberên Efxan yên dereqanûnî ketine welêt hatin girtin.

G.B û Y.Ç. yên ku ji koçberan ra rêberî kirine jî hatin binçavkirin.

Piştî tesbîtkirina nasnameyê ewê teslîmî Midûriya Bajêr ya Îdareya Koçê bêne kirin

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE