Li Erzîncan, Erdexan û Qersê ji ber hewaya sar, mij û dûmanê şofêran zehmetî kişand.
Li Erzîncanê ji ber ku serê sibê mij û dûman çêbû mesafeya dîtinê heta 50 mêtroyî kêm bû.
Ji ber hewaya sar, mij û dûmanê şofêran zehmetî kişand, ekîbên trafîkê hişyarî dan ku şofêr baldar bin.
- Erdexan
Li Erdexanê serê sibê mij û dûman çêbû.
Ji ber ku li navenda bajêr û li der û dora Çemê Kurayê zêde mij û dûman çêbû mesafeya dîtinê kêm bû.
Ji ber mij û dûmanê şofêran zehmetî kişand.
- Qers
Li Qersê piştî berfa ku barî hewa sar bû.
Ji ber sermayê paceyên wesayîtan, dar û beran qirawî girt.
Hin welatiyan ji ber ku wesayîtên wan qeşa negire xalîçe û betanî avêtin ser.
Keleha Qersê ya dîrokî piştî ku bi berfa spî nixûmî dîmenên xweş derketin holê.AA