Li Erzîncanê hilberîna masiyên deqsor

Li Erzîncanê hilberîna masiyên deqsor bi piştgiriya dewletê pêşva diçe

Li Erzîncanê hilberîna masiyên deqsor

 Li Erzîncanê hejmara tesîsên masiyên deqsor yên bi piştgiriya dewletê li ser çem û golên bendavan tên avakirin her ku diçe zêde dibin.

Li 15 tesîsên bajêr hatine avakirin 950 ton masiyên deqsor û 41 milyon xerzên wan tên bidestxistin.

Xwediyên tesîsan di serî da Behra Reş van masiyan dişînin çend cihên welêt û ew li wir jî tên xwedîkirin. Piştî ku digîhêjin çend kîloyan îja ew bi navê "somonê Tirkan" difroşin welatên Ewropayê û Rûsyayê.

Piştî ku 28 miteşebis jî bi piştgiriya dewletê tesîsên xwe ava bikin li bajêr 14 hezar ton masiyên deqsor û 238 milyon xerzên wan wê bên bidestxistin.

Cotkar serî li Saziya Piştgiriya Pêşketina Çandiniyê û Midûriya Bajêr ya Çandinî û Daristanan didin, heke projeyên wan bên qebûlkirin dewlet piştgitiyê dide wan û ew tesîsên xwe ava dikin.

 "Hejmara tesîsên ku 15 bûn wê bigîhêje 43yan"

Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanan Murat Şahin daxuyand di sala 2020î da 526 ton masiyên deqsor dihat bidestxistin, lê ev hejmar niha gihîştiye 950 tonî.

Şahîn got hejmara tesîsên ku 15 bûn wê bigîhêje 43yan û wiha axivî: "Ji bo bajarê me pêşva here çi ji destê me tê em dixwazin bikin. Di salên dawîn da ev serlêdanên tên kirin me kêfxweş dike. Em dixwazin vê kapasîteya xwe 10 qat zêdetir bikin. Li ser bendavên Keban, Tercan û Goyneyê û li çeman di tesîsan da masî tên bidestxistin."

Şahîn got eleqeyeke mezin ji bo vî karî tê nîşandan û wiha dewam kir: "Şirketên mezin ên derva ji bo ku li bajarê me vî karî bikin projeyan amade dikin. Golên me yên bendavê û avên me ji bo masîgiriyê pir baş e, em jî dixwazin vê zêdetir pêşva bibin û li gor bazara Tirkiyeyê zêdetir masiyên deqsor bigîhînin."

 "Em van masiyan dişînin Behra Reş"

Endezyarê berên avê û midûrê tesîseke masiyên deqsor Sînan Ebînç jî got ew xerzên masiyan yên cotbûne dikirin, piştî ku 3-4 mehan xwedî dikin paşê dişînin Behra Reş.

Ebînç got ew salê 10 milyon masiyan digîhînin ku ew dixwazin vê hejmarê bikin 15 milyon û wiha axivî: "Em van masiyan dişînin Behra Reş. Li wir jî meh û nîvek an jî du meh tên xwedîkirin. Dema dihîhêjin 3-4 kîloyan ew ji bo dervayî welêt tên îxrackirin. Zêdetir ji bo Rûsya û welatên Ewropayê tên şandin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE