Li Erzîncanê minîbusek li dîrega ceyranê qelibî, jê 5 zarok tevahî 8 kes birîndar bûn.
Minîbusa plaqeya wê 06 CDR 874 û şofêrê wê Mehmet Nurî Agar (38) e li ser rêya Erzîncan û Sêwazê li xaçerêya Kemahê li dîrega ceyranê qelibî.
Di qezayê da şofêr Agar, Yaşar (39), Vangul (28), Esma Nur (8), Muhammet Emîn (7), Yusuf (3), Melek (1) û Fatma Agar (13) birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gaziyê ya Zanîngeha Bînalî Yildirimê.
Hat ragihandin malbat ji bo eydê ji Enqereyê diçû welatê xwe Agiriyê.