Li Erzurum û Agriyê ji ber berf û bagerê di hatin û çûyînê da zehmetî çêdibe.
Li ser rêya Oltu-Erzurumê li bihûreka Yaylayê ji ber ku rê qeşa girt şofêrên tiran zehmetî kişandin.
Li herêmê tîmên Şaredariya Mezin xoyê li ser rê direşînin û berfê paqij dikin.
Li Agriyê jî berf û bager heye
Serê sibê li Agriyê berfa ku barî bajêr bi rengê spî va nixûmand.
Ji ber berfê di hatin û çûyînê da zehmetî çêbû, welatî bi zehmetî çûn û hatin.
Tîmên Şeftiya Şaxa 123emîn a Rêbejayê li ser rêyên Agri-Îran, Agri-Erzurum û Agri-Vanê berfê paqij dikin.AA