Li Aşqaleya navçeya Erzurumê di operasyona qaçaxçîtiya berhemên dîrokî da 439 sîke hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Aşqaleyê da ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di çarçoveya têkoşîna dijî qaçaxçîtiyê da di kontrola rê ya li navçeya Aşqaleyê da wesayîteke jê ketin şikê rawestandin.
Di lêgerîna wesayîtê û ser ajokar da 439 sîkeyên tê nirxandin ku berhemên dîrokî ne hatin bidestxistin.
Der heqê gumanbarê ku hat binçavkirin da ji ber sûcê mixalefeta Qanûna Parastina Heyberên Tebîet û Çandê miameleya edlî hat kirin.
AA