Li Eskîşehirê otobêsa gel û TIR li hev ketin, di qezayê da kesek mir, 4 jê giran 17 kes birîndar bûn.
Otobêsa gel a ku aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Eskîşehirê ye, Serdar Ege diajot û plaqa wê 26 GA 295 e, li ser rêya Eskîşehir Enqereyê, nêzî Çaryana Alpuyê ji paşiyê va li TIRa ku Îlyas Yildiz diajot û plaqa wê 10 VV 356 ye xist.
Di qezayê da li gor agahiyên ewilîn kesek mir, 4 jê giran 17 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan va rakirin nexweşxaneyan.
AA