Li Fermandariya Hêzên Bejayê operasyona dijî FETOyê

Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya lêpirsîna Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê da ji bo 28 serbaz û sivîlekî hat tesbîtkirin bi tefonên ankesor û kontor ên li bufe, dikan û marketan va bi "îmamên sivîl" ên FETO/PDYyê ra têkilî danîne biryar binçavkirinê hat dayîn.

Li Fermandariya Hêzên Bejayê operasyona dijî FETOyê

 Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna dijî endamên Rêxistina Terorê ya Fetulahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) yên di nav Fermandariya Hêzên Bejayî da der heqê 28 serbaz û sivîlekî da biryara binçavkirinê da.

Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya lêpirsîna Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê da ji bo 28 serbaz û sivîlekî hat tesbîtkirin bi tefonên ankesor û kontor ên li bufe, dikan û marketan va bi "îmamên sivîl" ên FETO/PDYyê ra têkilî danîne biryar binçavkirinê hat dayîn.

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê navend Enqere li 10 bajaran operasyon kirin û xebatên derdestkirina şikbaran dewam dikin.

Hat diyarkirin ku îmamê mehrem ê rêxistinê mamoste bûye, di nav şikbaran da mîralay, bînbaşî jî hene û hetanî niha 22 şikbar hatin binçavkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE