Li Fermandariya Hêzên Bejayî operasyona FETOyê

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da hat ragihandin ku der heqê 2 albay, 9 yuzbaşi, 18 ustegmen û tegmenek ku hat tesbîtkirin, bi îmamên veşartî yên FETOyê bi têlefonên ankesor û bufeyan peywendî danîne da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li Fermandariya Hêzên Bejayî operasyona FETOyê

Di lêpirsîna "ankesorê" ya dijî pêkhateya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di nava Fermandariya Hêzên Bejayî da ji bo 30 sûbay û 2 îmamên veşartî biryara binçavkirinê hat dayîn. 

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da hat ragihandin ku der heqê 2 albay, 9 yuzbaşi, 18 ustegmen û tegmenek ku hat tesbîtkirin, bi îmamên veşartî yên FETOyê bi têlefonên ankesor û bufeyan peywendî danîne da biryara binçavkirinê hat dayîn. Herwiha di nava kesên ku ji bo wan biryara biçavkirinê hat dayîn da 2 "îmamên veşartî" yên rêxistinê ku digel van eskeran di peywendiyê da ne jî hene.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku şixulê binçavkirinê bi destê ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Ewlekariya Enqereyê dewam dike û herwiha ji berşikan 17 jê hê jî li ser peywirê ne û yên mayîn jî ji ber lêpirsînê der heqê wan da biryara tedbîrê hatiye dayîn.

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE