Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya da ji bo 36 personelê Fermandariya Hêza Deryayê ku 10 jê li ser peywirê ne, biryara binçavkirinê hat derxistin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên serdozgeriyê hat wergirtin, ji bo 36 kesên ku yek ji wan bînbaşi ye û tê îdiakirin ku ji ser têlefona biankesor ra bi îmamên veşartî yên FETOyê ra dikevin têkiliyê, biryara binçavkirinê hat derxistin.
Ekîbên Şaxa Dijî Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê li ser telîmata serdozgeriyê dest bi operasyonê kirin û ji berşikên ku 10 jê hê jî li ser peywirê ne, 23 jê girtin.
Hat ragihandin ku berşikên binçavkirî dê ji bo miemeleyan bînin ewlekariyê û herwiha xebatên binçavkirina berşikên mayîn jî didomin.
AA