Li Fethiyeyê di tekneyê da 254 koçberên bêdestûr hatin qefaltin

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê, li ser agahiya li Taxa Faralyayê koçberên bêdestûr xwe amade kirine ku derkevin dervayî welêt, ketin liv û tevgerê.

Li Fethiyeyê di tekneyê da 254 koçberên bêdestûr hatin qefaltin

Li Fethiyeya navçeya Muglayê 254 koçberên bêdestûr ên hewl dan bi tekneyekê bi rêyên dereqanûnî derbasî dervayî welêt bibin, hatin qefaltin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê, li ser agahiya li Taxa Faralyayê koçberên bêdestûr xwe amade kirine ku derkevin dervayî welêt, ketin liv û tevgerê.

Gava hat tesbîtkirin, koçberên bêdestûr li Avtenga Cennetê li tekneyê siwar bûn û bi rê ketin, Fermandariya Ewlekariya Qeraxan hat agahdarkirin.

Di tekneya ku bi destê ekîbên Ewlekariya Qeraxan hat rawestandin da 254 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistan, Iraq, Îran, Sûriye, Pakistan û Bangladeşê hatin qefaltin. Koçberên bêdestûr li vir li bota Ewlekariya Qeraxan hatin siwarkirin û ji bo Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê hatin veguhestin.

Piştî temambûna miemeleyan, koçberên bêdestûr dê radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bikin.

Ji aliyekî din va hat ragihandin, ji bo qefaltina berşikên ku derketina dervayî welêt a koçberan organîze kirin, xebat dan destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE