Bi meha remezanê re, firin zêdetir nan û pîdeyan çêdikin. Li Midyadê jî hosteyên pîdeyan dibêjin em hazir in di meha remazanê de xizmetê bidin welatiyên xwe.
Bi meha remezanê re karê firinan pir dibe û welatî ji bo fitarê berê xwe didin pîdeyan.
Îsal ji ber Koronavîrûsê xelk zêde dernakeve derve, lê wê li firûnan pîdeyên wan dîsa bên pehtin.
Hosteyên Midyadî jî dibêjin em ê di rojiyê de xizmetê bidin gel.