Li Fransayê li gor encamên ji sindoqê derketin Macron dîsa bû Serokomar

Li gor anketên ku France Infoya weşangerê kamuyê weşandin Serokomar Macron ji sedî 58,2yê dengan hilda Marîne Le Pena reqîba wî jî sedî 41,8 deng hilda.

Li Fransayê li gor encamên ji sindoqê derketin Macron dîsa bû Serokomar

Dengdayîna tura duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya li Fransayê hat kirin bi saeta herêmî di saet 20.00an da qediya. Li gor anketên ku France Infoya weşangerê kamuyê weşandin Serokomar Macron ji sedî 58,2yê dengan hilda Marîne Le Pena reqîba wî jî sedî 41,8 deng hilda.

Jimara kesên ku beşdarî hilbijartinê nebûn wek 28,2 hat tesbîtkirin. Ev rêje ji sala 1969an vir va wek rêjeya herî bilind hat qeydkirin. Rêjeya beşdariya hilbijartinan jî ji sedî 71,8 bû. Macronê 44 salî dê bibe serokomarê sêyem ku ji bo vê peywirê cara duyem hatiye hilbijartin.

Berê niha François Mitterrand û Jacques Chirac du heyaman wek serokomar peywîr kiribûn.

Encamên fermî yên qanûnî jî dê ji hêla Konseya Destûra Bingehîn va di 27ê nîsanê da bê eşkerekirin.

Macron di hilbijartina serokomariyê ya 2017an hat kirin da ji sedî 66,06ê dengan hildabû û ji Le Penê bêtir deng bi dest xistibûn. Le Penê ji sedi 33,9ê dengan hildabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE