Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Fransayê ji ber ku xêzeromana tê da behsa Wezîrê Perwerdeyê dikir hat sansurkirin got ku ji bona durûtî û du standardiyê mînakeke baş e.
Çavuşoglu li Antalyayê di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derva ya Xeyrîfermî ya Pêvajoya Hevkariyê ya Ewropaya Rojhilatê Başûr da civîna çapemeniyê li dar xist.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li Fransayê ji ber ku xêzeromana tê da behsa Wezîrê Perwerdeyê Jean-Mîchel Blanquer dikir hat sansurkirin wiha got: "Ji bona durûtî û du standardiyê mînakeke baş e."
Çavuşoglu diyar kir li dijî her cure cudakarî û nijadperestiyê ne û got ku em van hemûyan jî wek sûcê mirovahiyê dibînin.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu Çavuşoglu der barê hilbijartina serokatiyê ya li Amerîkayê da wiha axivî: "Kî bê hilbijartin jî em bi dewletekê ra çawa miemele dikin em ê bi rêvebiriya nû ya Amerîkayê jî ra heman miemeleyê bikin."
Çavuşoglu got ku em pêwendiyên xwe bi Amerîka ra ji ser partiyan yan jî ji ser siyasetê ra digirin.
AA