Li Garayê 13 welatiyên me şehîd bûn

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: Di herekatê da jê 3 qaşo rêvebirên payebilind 48 terorîst hatin kuştin, 2 terorîst sax hatin bidesxistin.

Li Garayê 13 welatiyên me şehîd bûn

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar daxuyand ku di Herekata Pencik Qertel-2yê da 48 terorîst hatin kuştin, 2 terorîst sax hatin bidesxistin û wiha got: "Operasyon temam bû. Hêzên me yên bejayî û esmanî biewlehî vegeriyan baregehên xwe."

Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz va hat Navenda Herekatê ya ku Herekata Pencik Qertel-2yê lê tê îdarekirin.

Akar di nava rojê da operasyonê ji Navenda Herekatê kontrol kir, telîmat dan û der barê xebatan da agahî hilda.

Wezîr Akar anî ziman ji bo terorîst bên berterefkirin, ewlehiya hidûdê bê parastin, welatiyên ji hêla rêxistinê va hatine revandin îstixbarat bê hildan ev herekat hatiye kirin û wiha dewam kir: "Di vê çarçoveyê da li herêma Garê ya bakurê Iraqê di 10ê Sibata 2021î Herekata Pencik Qertel-2yê hat destpêkirin. Ji 50 zêdetir hedefên ji depoyên muhîmatan, sitargeh, hawîrgeh û qaşo baregehan pêk tên bi hereka esmanî serkeftî hatin îmhakirin."

Akar got piştî herekata esmanî hêzên bejayî bi firokeyan datektin jêrê û wiha axivî: "Di destpêka operasyona bejayî da 3 personelên me yên qehreman şehîd bûn, 3 personelê me birîndar bûn. Di herekatê da jê 3 qaşo rêvebirên payebilind 48 terorîst hatin kuştin, 2 terorîst sax hatin bidesxistin. Bi vî awayî tevahî 50 terorîst hatin berterefkirin. Derbeyeke giran hebûna rêxistina terorê ya herêmê hat xistin û herêm hat kontrolkirin."

Li herêma Herekata Pencik Qertel-2ê wexta ku fealiyetên me dewam dikirin, piştî pevçûnên bênavber şikeftek hat kontrolkirin û di lêgerîna şikeftê da cinazeyê 13 welatiyên me yên ku hatibûn desteserkirin, hatin dîtin. Di tedqîqa ewil da hat tesbîtkirin ku ji welatiyên me yên bê sûc û bê guneh û bê çek yek jê ji li sermila wî xistine û şehîd kirine, 12 weatiyên din jî li serê wan xistine û şehîd kirine. Vê yekê cardin rûyê qelek û canî yê PKKyê nîşan da. Du terorîstên ku sax hatin bidestxistin di agahiyên ewil ên ku dan da jî gotin ku di destpêka herekata ser şikeftê da qaşo terorîstê berpirsê şikeftê welatiyên me şehîd kirine. Di vê navberê da hemû terorîstên nav şikeftê yên ku welatiyên me şehîd kirine, hatin berterefkirin."

Akar destnîşan kir ku operasyon hatin kutakirin, unsûrên beja û esmanî bi silametî vegeriyan baregeh û qişleyên xwe û wiha dewam kir, "Kar û barên edlî yên ji bo welatiyên me yên şehîd li Meletiyê dest pê kir. Artêşa Tirkiyeyê ji bo ewlehiya welat û miletê me heta terorîstek jî bimîne wê têkoşîna terorê bi ezm û biryardarî bidomîne. Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike, serê malbatê, Artêşa Tirkiyeyê û miletê me yê esîl sax be, Xwedê sebrê bide. Xwedê şifayê ji personelên me yên birîndar ra bişîne."

Akar personelên ku herekat kir, pîroz kir û wiha got:

"Herekateke pir taybet û krîtîk hat kirin. Bi rastî jî herekate girîng û taybet bû. Li gor agahiyê heta niha 50 terorîst hatine berterefkirin. Li gor nirxandin û agahiyên îstixbarî jimara terorîstên berterefkirî zêdetir in. "

Akar di dawiya axaftina xwe da Sererkan Orgeneral Guler û fermandar pîroz kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE