Li Gazîantebê operasyona hişbirê: 31 binçavkirî

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlekariya Bajêr hat dayîn, di çarçoveya xebatên têkoşîna bazirganiyê ya hişbirê da li ser navnîşanên ku li bajêr hatin kifşkirin, operasyon hat kirin.

Li Gazîantebê operasyona hişbirê: 31 binçavkirî

 Li Gazîantebê di operasyona hişbirê da 31 gumanbar hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlekariya Bajêr hat dayîn, di çarçoveya xebatên têkoşîna bazirganiyê ya hişbirê da li ser navnîşanên ku li bajêr hatin kifşkirin, operasyon hat kirin.

Di operasyonê da 31 gumanbar bi sûcdariya "peydakirin, bikaranîn û bazirganiya hişbirê" hatin binçavkirin.

Di lêgerînên li navnîşanan 11 jê bê ruhset 13 demaçe, 3 tivingên nêçîrê yên bêruhset, teraziyeke hesas û pereyê ku li gor nirxandinê ji bazirganiya hişbirê hatiye bidestxistin, hatin bidestxistin.  

Li ewlekariyê karên îfadedayîna gumanbaran dewam dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE