Li Gazîantepê di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di rojekê da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 3 hezar û 346 kesî hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li ser asta bajêr kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê didomin.
Di kontrolên ku duh di vê çarçoveyê da hatin kirin da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê ceza li 3 hezar û 346 kesan hat birîn.
Ekîb ji xeynî vê, di kontrolên xwe yên li 417 kargehan da rastî tu rewşeke neyênî nehatin.
AA